Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Pevçûnên Giran di Navbera Hêzên Sûriyê û Yên Tirkiyê de Dibin


Ajansa dewleta Sûriyê ragihand ku pevçûnên giran di navbera hêzên hikûmetê û hêzên Tirkiyê de li bakurê Sûriyê bûne.

Ajansa SANA îro Şemiyê got li gundê Um Şeyfa yê Serê Kaniyê çekên giran jî di şer de hatine bikaranîn .

Meha borî Tirkiyê derbasî bakur û rojhilatê Sûriyê bû ji bo derxistina hêzên Kurdî ji wan navçeyan.

Hêzên Sûriya Demokrat ku Kurd serkirdayetiya wan dikin, ji hêzên hikûmeta Sûriyê xwestin ku alîkariya wan bikin û êrîşa Tirkiyê vegerînin.

Hêzên hikûmeta Sûriyê li jimarek navçe û bajarên bakur û rojhilatê Sûriyê belav bûne û ev bû çend car in pevçûn di navbera wan û hêzên girêdayî Tirkiyê de dibine.

Hefteya borî hêzên Tirkiyê 18 serbazên Sûrî girtibûn û piştî çend demjimêran, bi navciyatiya Rûsya, ew azad kirin .

XS
SM
MD
LG