Roja Înê 16 vê mehê li navçeya Amûdê Yekemîn Kongreya Damezirîner a Yekitiya Êzidiyan a Sûriyê li darket.
Di kongireyê de damezrandina Yekitîya Êzidiyên Sûrî hate raghandin.
Di kongrê de Nûnerên sazî û dezgehên êzidiyên Sûriyê beşdarbûn her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyên civaka sivîl.
Endamê komîteya amadakar a konigirê Nesîm Şemo ji Dengê Amerîka re axvî û diyar kir ku wan ji beriya salakê de amadekariyên ji bo vê gav dikin.
Şemo dibêje ji ber rewşa korona, û êrîşên turkî ser herêmê darxistna kongieryê dernegxist.
Birêz Nesîm Şemo dazanîn ku çarseriya alûziya Sûrî bi rêya beşdarbûna hemû pêkhateyane di çareseriyêde ku civaka Êzîdî jî yek ji wan pêkhateyane.
Li gorî kesayetên Êzîdî ev kongir dê nûnertiya hemû civaka Êzîdî li Sûriyê bike.
Hevseroka mala Êzîdiyan li herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm anî ziman ku ev yekîtî tevahiya Êzîdiyên li derve û hundir nûnertîyê dike, û hêvî dike ku bibe yekîtiya hemû Êzîdiyên li cîhanê.
Li aliyekî din hin beşadarên kongirê û rêveberên civaka êzîdiyên Sûrî anîn ziman ku ev cara yekeme wê gotin û biryara Eziydiyên Sûriyê bibe yek, ji ber ku êzîdî weke pêkhateyeke Sûrî ne rêxstinkirî bû.
Siyasetmedarê Êzîdî û hev Serokê Tevgera Civaka Demokratîk tev-dem Xerîb Hiso nerîna xwe derbarê vê yekîtiyê de anî ziman ku ev gaveke pir başe ji bo Êzîdiyan.
Bi rêz Xerîb Hiso bibîr xist ku ev konferans ser astê pêkhateyên Etnîk yên Sûrî a yekeme, û dê bibe nimûne ji bo tevahiya Sûriyê jî.
Hate zanîn ku 11 sazî û dezgehên Êzîdiyên Sûrî ku piraniya wan li herêma Afrîn û Cezîrê ne xwe dibin sîwana vê yekîtiyê de komkirin.
Hêjaye bi bîrxistinê ku derdora 19000 hezar û 500 Êzîdî li Sûrî jiyan dikin ku piraniya wan jî li herêma Afrîn û Cezîrê ne, lê ji ber êrîşa Tirkiyê ser Afrîn û Serê kaniyê bi hezaran Êzîdî penaber bûn û mal û cihên wanî olî û dîrokî rastî talan û xerakirinê hatine.
Hat zanîn dê rola Encûmana Êzîdîyên Sûrîyê yên sîyasî û civakî hebe û dê hewlbide ku nûnertîya pêkhata Êzîdî di hemû pêşketinên sîyasî li sûrîyê de bike.