Li gorî raporteke Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov SOHR ku roja Şemîyê hatiye weşandin dide zanîn ku roja Înê bi hejmar 5 "qetlîamên hovan" li beravên Sûriyê pêkhatine.
162 sivîl, di nav wan de jin û zarok, hatin kuştin di pênc komkujîyên hovane yên roja Înê li deverên cuda yên beravên Sûrîyê hatin kirin,
Raporê eşkere kir ku piraniya qurbaniyan di "îdamkirinên meydanî" de hatin kuştin ku ji aliyê leşkerên Wezareta Berevaniyê û Ewlekariya Hundirîn ya Sûriya nû ve, di aloziyeke metirsîdar de li dijî sivîlan hatine encam dan.
Li gor zanyariyên Çavdêriyê, li bajarê Baniyas li gundewarê Tartûsê herî zêde qurbanî çêbûne, ji ber ku 60 sivîl di nav wan de 10 jin û 5 zarok di êrîşeke tund û îdamkirina komî de bi gulebaranê de hatine kuştin.
SOHR her wiha 24 bidarvekirinên komî li gundê El-Şîr li gundewarê Laziqiyê belge kir, ji bilî kuştina 38 kesan li gundê El-Muxtariyê, ku ji nêzîk ve hatin gulebarankirin.
Li bajaroka El-Haffa ya gundewarê Laziqiyê 7 sivîl ji ber birînên xwe yên ji serî û sînga xwe hedef girtin, jiyana xwe ji dest dan.
Li Duwayr, Abda, Beyt Ana, 7 kesên din bi guleyên rasterast hatin kuştin. 2 ciwan dema dixwestin ji herêma Yahmûr a li bejahiya Tartûsê birevin jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî rapora Çavdêriyê, Şêx Şaban Mensûr û kurê wî piştî ku li Selhab a gundewarê Hemayê hatin girtin, hatin îdamkirin.
Li gundê Qerfayîs ê girêdayî Laziqiyê, di encama êrîşa çekdarî ya ku malên gund hedef girtin de, 22 sivîl hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov bang li civaka navdewletî kir ku "karekî bilez" bike û tîmên lêkolînê yên navdewletî yên pispor bişîne daku van "binpêkirinên cidî" li dijî sivîlan belge bikin.
Çavdêrî herwiha bang li desthilatên Sûrî li Şamê kir ku berpirsên hêzên ewlekarî û berevaniyê yên beşdar lêpirsên bikin, û hişyarî da ku "bêcezakirin dê teşwîq dubarekirina tawanan bike", ku ev yek "metirsiyek e li ser aramiya siyasî û civakî" li Sûriyê di pêşerojê de.
Di nava vê aloziyê de, rêxistinên mafên mirovan zêdetir nîgeran in ku berdewamiya şer di navbera her du aliyan de dê tundûtûjiyê zêde bikin, û diyar kirin ku binpêkirinên li dijî pêkhateya Elewiyan dê zêdetir wan bihêle ku çekan li dijî hikûmeta nû ya Sûriyê hilgirin.
Di vê derbarê de, Çavdêriya Sûrî ragihand ku endamên hêzên ewlekarîyê avêtin ser malan û welatiyên sivîl îdam kirin, ku berpirsên Sûriyê bersiva vê yekê da û got ku tiştên ku qewimîn dozên takekesî ne û soza "darizandina berpirsan" dan.
Elewî nêzîkî 9% ji nifûsa Sûriyê ya ku piraniya wan Sunnî pêk tê, û beşdar bûn di dema desthilatdariya malbata Esed de ku ji zêdetirî pêncî salan dom kir.
li gorî ajansa 'AFP' pêkhateya Elewî nemaze di saziyên leşkerî û ewlekarî de l iser dema desthilata malbata Esed ku hertim xwe dispêrin girtin û îşkencekirinê ji bo tepeserkirina her opozisyonekê li Sûriyê.
Di rojên destpêkê yên piştî rûxandina Esed de, Laziqiyê bû şahidê aloziyên ewlehiyê yên ku vê dawiyê kêm bûne.
Li gorî Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov, hê jî êrîş li ser xalên kontrolê yên hêzên ewlekarî dem bi dem têne tomarkirin, ku carna ji aliyê çekdarên alîgirên Esed an endamên berê yên artêşa Sûriyê ve têne encam dan.
Jêder: SOHR/Alhurra/AFP