Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Suweyda Xwepêşandanên Nerazîbûnê yên Dijî Esad Berdewam Dikin

Torên medyaya civakî ev çar roj in ku vîdyoyên xwepêşandanên li Suweyda, ku li başûrê rojavayê Sûrîyê dikeve, bûye rojeva çalakvanan.

Xwepêşandan piştî ketina nirxê lîreya Sûrî ya hember dolara Amerîkî derketin.

Li Suweyda ku piranîya niştecîhên wê Durzî ne, ser dirêjîya alozîya Sûrî jêr kontrola rejîmê derneketine, piştî 9 salan bêdengîya Durzîyan li hember rejîmê şikest.

Rêvebirê rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Miovan (SOHR) Ramî Abdulrahman ji Dengê Amerîka re got ku ev xwepêşandan li bajarê Suweyda pêşî li pêşberî xirabkirina mercên aborî bi awayekî berfireh derketin.

“Lê, xwepêşandaran niha xwestek kirin sîyasî û bang li Beşar Esad dikin ku dest ji seroktîyê berde û hêzên Rûsî û Îran ji axên Sûrî derkevin.”

Abdulrahman bi berdewamî got ku di vîdyoyên ku ser torên civakî hatin belav kirin, piştrast dikin xwepêşandaran sloganên wek yên sala 2011’an, ketina Esad diqîrîn.

Bi alîyekî din ve, hêzên ewlekarîyê yên hikûmeta Sûrî di rewşa hişyarîyê de ne, lê heta niha zelal nebûye ku ti kes hatine binçav kirin yan ne.

Xwepêşandanên Suweyda di vê demê de tên ku nirxê lîreya Sûrî cara yekê ye di dîroka Sûrîyê de bi vê redeyê dikeve, ku dolarek bi qasî 3000 LS ye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku berî alozîya Sûrî dolareke Amerîkî bi qasî 46 lîreya Sûrî bû.

Çavdêrên sîyasî bawer dikin ku cezaya Qeyser ya Amerîkî di ketina lîreya Sûrî de roleke girîng lihîstîye û herwisa nakokîya navbera Beşar Esad û kurê xalê wî Ramî Mexluf jî bandoreke neyînî li ser nirxê dirava Sûrî kiriye.

Ew herwiha pêşbînî dikin ku alozîya aborî ya hikûmeta Sûrî wê bandoreke mezin li ser rewşa gelên Sûrî bike û bibe sedema xwepêşandênên berfirehtir yên nerazîbûnê û nîşana wê jî xwenîşandanên li Suweyda ye ku heta niha li keleka Esad disekînî.

ZO_6_11_2020_Xwepêşandan_Sêwda
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00

XS
SM
MD
LG