Pîştî êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên rikeberiya Sûrî li ser herêma kurdî li bakûr û rojhilatê Sûriyê, bi hezaran kes penaber bûn û jimara herî mezin ji wan jin û zarok in û nuha di rewşek zor û dijwar dijîn bê ku alîkariyek baş ji wan re bê kirin.
Dengê Amerîka hevpeyvînek bi Stêr Qasim re kir, ku endama rêkxistina Encûmena Jin ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ye, di derbarî rewşa jinan û çi ji wan re tê kirin bo alîkarê .
Birêz Stêr anî ziman ku rêxistinên xwecihê bi awayekî bê hempa kar û xebatên xwe dikin bo alîkariya penaberan bi alîkariya hin rêxistinên navnetewî û herêmî, ku bêhtir kar tê kirin li ser kampan û cihên ku penaber lê bicî bûne
Bo rewşa jinê bi taybetî di vê dema hestyar de, ew dibêje: "Em bi her alî ve dixwazin alîkariya jinan bikin û em wekû Encûmena Jinan, serdana kampan dikin û belgeyan di derbarî rewşa wan kom dikin û radestî rêxistinên navnetewî dikin."
Di dwayê de, wê amî ziman ku rola jina kurd di rewşa siyasî de erînî ye û li ser yekrêziya helwesta siyasî ya kurdên sûriyê kar dikin bo paşerojê.