Karbidestekî berê yê hikûmeta Sûrîyê, ku di serdema Beşar Esed de rêvebirê Girtîgeha Navendî ya Şamê bû, doh roja Pêncşemê, 17’ê Îlonê, ji alîyê dadgeheke federal a Amerîkayê ve bi tawana êşkenceyê 60 sal cezayê girtîgehê xwar.
Semîr Osman Şêx ê 74 salî, di sala 2024’an de hatibû girtin. Ew di meha Adara îsal de, ji ber êşkencekirina girtîyan di dema birêvebirîya xwe ya li Girtîgeha Edra ya Şamê de, bi çar tohmetên cuda yên êşkenceyê hat gunehbarkirin.
Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihand ku Semîr Osman Şêx herwiha ji ber derewekirina li karbidestên koçberîyê yên Amerîkayê jî gunehbar e.
Wî tawanên xwe yên êşkenceyê veşartibûn, bi sextekarîyê mayîna dayîmî (Green Card) bi dest xistibû û hewl dabû ku bibe welatîyê Amerîkayê.
Dozgeran diyar kir ku Semîr Osman Şêx ferman dabû karmendên xwe ku êşkenceyê bidin girtîyan da ku kes li dijî hikûmeta Esed dernekeve.
Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihand ku Semîr Osman Şêx, ku di sazîyên ewlekarîya dewletê de kar dikir, karbidestê herî payebilind ê rejîma Esed e ku heta niha li derveyî Sûrîyê rûbirû hatîye darizandin û gunehbar kirin.