Roja Duşemê 21'ê Îlonê, li Helebê, di depoyeke çekan a artêşê de teqînek çêbû.
Wezareta Rewşên Awarte û Rêveberîya Karesatan ragihand ku çar kes birîndar bûne. Li gor nûçeya ajansa fermî SANA’yê, kesek ji wan bi perçeyên teqînê ku ji esman de ketine birîndar bûye.
Wezareta Berevanîya Sûriyê jî ragihand ku niha lêpirsîn derbarê bûyerê tê kirin. bûyer li bajarokê El-Eis pêkhatîye.
Di vê mehê de ev bû cara çaremîn e ku bûyereke wiha diqewime û di encamê de çend kes birîndar bûn.
Tenê di vê mehê de herî kêm sê bûyerên din ên wiha çêbûne. Ji wan teqînek li parêzgeha Îdlibê bû ku di 9’ê Îlonê de 14 kes kuştin, û teqînek din jî heftiya borî li rojhilatê Sûrîyê bû ku 11 kes kuştin.