Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nemsayê Berpirsekî Berê yê Îstîxbarata Sûrî bi Tawana Îşkenceyê Ceza Kir

Dadgeheke li Nemsayê îro Duşemê berpirsekî berê yê îstixbarata Sûrîyê yê li bajarê Reqayê ceza kir. Ev kes bi tawanbarîya îşkencekirin û destdirêjîya sêksî ya li ser kesên ku li dijî Beşar Esed bûn hat tawanbar kirin, ku ev bûyer beriya bêtirî deh salan çêbûbûn.

Ev doz yek ji wan kêm caran e ku dadgeheke Ewropî dadgehkirina tawanên leşkerên Sûrîyê girtîye ser milê xwe.

Di vê dadgeha ku mehekê berdewam kir de, bêtirî deh kesên ku hatine êşandin axivîn. Dadgehê dît ku ev kes hatine lêdan, ceyran dane wan, û ava germ û sar bi ser wan de kirine.

Tawanbarê sereke, ku navê wî tenê wek "Xalid el H" hatîye gotin, ji sala 2011 heta 2013'an serokê îstixbaratê bû li Reqayê. Wî ji dadgehê re got ku piştî ketina bajêr ew revîyaye Nemsayê û li wir bûye penaber.

Wî got ku wî nedizanî îşkence di avahîyê de çêdibe. Lê belê dadgehê dît ku ew bi her tiştî dizanibû û berpirsê lêdana girtîyan bû. Dadwer jê re got: "Helbet te dizanibû," ji ber ku girtî yekser li hewşê dihatin lêdan.

Dadgeha Vîyenayê herdu berpirsên berê, Xalid el H û Ebû R, ceza kirin û her yek ji wan bi 8 sal zindan ceza kirin. Herdu kes jî bi tawanên mîna birîndarkirina giran, zext û destdirêjîya sêksî hatin tawanbarkirin, lê wan got ku ew bêsûj in.

This item is part of
XS
SM
MD
LG