Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IAEA: Navenda Navokî ya Sûrîyê Dikaribû Çekên Navokî Çêbike

Rafael Grossi, serokê sazîya çavdêrîya navokî ya Neteweyên Yekbûyî îro Duşemê ragihand ku ew navenda navokî yê Sûrîyê di sala 2007’an de ji alîyê firokên Îsraîlê ve hatibû rûxandin, ji wî şêwazî bû ku dikaribû zû madeyên teqîner ji bo çekên navokî çêbike.

Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Navokî (IAEA) lêkolîna xwe ya dawî li ser çalakîyên veşartî yên navokî yên di serdema rejîma Esed de, wekî "serkeftineke dîrokî" binav kir.

Di raportekê de, IAEA piştrast kir ku ew cihê li Dêrezorê yê ku hatibû bombebarankirin, navendeke navokî bû.

Grossi di daxuyanîyekê de got: "Ew navendeke wiha bû ku dikaribû bi hêsanî madeyên ji bo çêkirina çekên navokî amade bike."

Serokê IAEA herwiha da zanîn ku "ji ber ku Sûrîyê agahî û destûrên pêwîst dan me, me karîbû hemû pirs û pirsgirêkên derbarê çalakîyên navokî yên berê li Sûrîyê çareser bikin."

This item is part of
XS
SM
MD
LG