Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Rêvebiriya Biden Û Qonaxa Nû ya Têkiliyên Amerîka Û Tirkîyê


Arşîv 2016: Serok Biden Û Erdogan
Arşîv 2016: Serok Biden Û Erdogan

Çendîn sale têkiliyên Amerîka û Tirkiyê ketine di qunaek aloz de, li ser hin xalên nakokbar yên weke, kirinîna Tirkiyê ya sitema mûşekên S-400 yên Rûsî, şerê li Sûriyê û piştevaniya Amerîka ya Hêzên Sûriya Demokrat HSDê ku bi rêvebebriya Kurdan li Sûriyê şerê DAIşê dikin û Amerîka wan weke hevpeymanên xwe yên şerê li dij DAIŞê dibîne, lê Tirkiyê li dije û wan weke beşekî Partiya Karkerên Kurdistan PKKê dibîne û dibêje ew terorîstin.

Herwiha li ser mijarên weke zêdegaviyên Trikiyê yên li Qibrisê û ava deraya naverast û lêgerîna Tirkiyê ya li çavkaniyên enerjiyê li herêma avî ya nanokbar, li rojhilatê Derya Naverast.

Xalên din yên ku Amerîka ji siyaseta Tirkiyê û bi taybet ya partiya desthilatdar û serokê wê Recep Tayyip Erdogan nerazîye destxistina nava şer û aloziyên li Lîbiya û şerên li herêma Nagorno-Qarabaxê.

Herkes çaverêye kanê piştî hatina Joe Biden serokê Amerîka bo ser desthilatê dê têkiliyên Amerîka û Tirkiyê çawan derbaz bibin.

Rêveberiya Joe Biden her li destpêkê pirsa mafên mirovan û girtinên siyasî li Tirkiyê giring dît, lewan roja Çarşemê peyvdarê wezareta derve ya Amerîka Ned Price (Edward Price) di daxuyaniyekê de bang li Tirkiyê kir ku Karsaz û çalakvan Osman Kaval û kesekî din ku nanama Amerîkî heye derhal berde jiber ku ew bi neheqî hatine girtin û bê tawane in, lê roja Pêncşemê Enqerê bersiva daxwaza Amerîka ya azad kirin Kavala red kir û Washington bi destxistina nava karên navxwe yên Tirkiyê tawanbar kir.

"Erdogan kesekî Pragmatîke, dikare guherînan çê bike û hind partiyên opozisyon bi aliyê xwe ve bikişîne"
Kawa Deştebêlî

Herwiha derbarê kirîna S-400 ji Rûsya, wezîrê berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar gotbû ku ew dikarin Sistema S-400 rawestînin da ku têkiliyên bi Amerîka re baş bibin û sizayên di serdema serokê berê Donald Trump, ku ji aliyê kongresî ve hatine daxwaz kirin di çarçova akta bi navê "CAATSA" de danîne ser Tirkiyê bihên hilandin.

Lê Amerîka bersiv da û got ku siyaseta wan ya li hember Sistema S-400 nayê guhertin û ew sهstem nagunce li gel ewlekariya hevalbendiya NATO û dê ziyanê bigehîne siyaset û ewlekariya berevanî ya NATO.

Kawa Deştebêlî Çavdêrê Siyasî li Washington
Kawa Deştebêlî Çavdêrê Siyasî li Washington

Jibo ku xalên nakok û dahatûyê têkiliyên Tirkiyê û Amerîka di serdema rêveberiya nû ya Amerîka de bihê gotûbêj kirin û kanê reweşek çawan peyda bibe, bernama "Hello Washington" mêvandariya Feremez Başboga Çavdêrê Siyasî ji Berlin û Kawa Deştebêlî Çavdêrê Siya li Washington kir.

Herwiha nûçegihanê Dengê Amerîka li Enqerê Eyyup Demîr tevîlî bernamê bû û pêzanînên derbarê helwesta Tirkiyê ya têkiliyên bi Amerîka re, bo guhdaran ragihandin.

"Têkiliyên Trump bi Erdogan re, ne li ser esasê saziyan bû, belkî şexsî bûn"
Feremerz Başboga

Pêşî Deştebêlî nêtînên xwe anîn ziman û got ku Serok Joe Biden berî bihê ser desthilatê di kempeyên hilbijartinê de helwestek tund nîşa partiya desthilat û bi taybet kesayetiya Erdogan dabû û got "Biden helwestek tund li hember kesayetiya Erdogan nîşan da ev bi eşkere digot ne veşartî. "

Feremerz Başboga Şirovekarê Siyasê li Berlin
Feremerz Başboga Şirovekarê Siyasê li Berlin

Başboga ku ji Berlin tevlî bernamê bû û got, mirov dikare têkiliyên Amerîka di du qunaxan de binirxîne, qunaxa serdema serokê berê Donald Trump û qunaxa niha ya serdema Joe Biden, Başboga got "Têkiliyên Trump bi Erdogan re, ne li ser esasê saziyan bû, belkî şexsî bûn" herwiha wî got "lê di ser dema Biden de weha nabe dê li ser bingeha saziyan be".

Derbarê pirsên girêdayî helwesta Amerîka li hember partiyên opozisyon dê çawan be, pêşî Kawa Deştebîlî got "Erdogan kesekî Pragmatîke, dikare guherînan çê bike û hind partiyên opozisyon bi aliyê xwe ve bikişîne û xwe rizagr bike."

Arşîv: Eyyup Demir û Kemal Burkay
Arşîv: Eyyup Demir û Kemal Burkay

Derabrê heman pirsê Başboga got, berî hatina Biden gotinên piştevaniya Amerîka bû opozisyona Tirkiyê hebûn, lê ev yek ji aliyê hikûmet û partiyên opozisyon ve hatin red kirin û nayê qebûl kirin û wî got "Opozisyon dê piştevaniya Amerîka qebûl neke, jiber ku ew partiyên netewperistin û dibêjin emê bihêza xwe desthilatê û Erdogan nehêlin."

Nûçegihanê Dengê Amerîka Eyyup Demîr ji Enqerê tevlî bernamê bû û wî jî nêrînên hikûmetê û yên partiyên desthilat û pêzanînên derbarê têkiliyên Amerîka û Tirkiyê di qunaxa nû de parve kirin û behsa helwesta partiyên desthilat û yên opoziyon kir.

Hello Washington 12 /02/2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG