Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Operasyona Tirkiyê Ya Çaverêkirî Û Derencamên Ewlekarî Û Mirovahî


Berpirsên leşkerê Tirkî li ser sînorên, Iraq, Tirkyie û Sûriyê.
Berpirsên leşkerê Tirkî li ser sînorên, Iraq, Tirkyie û Sûriyê.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Çarşemê gefên operasyoneke nû ya leşkerî li ser du herêmên bakurê Sûrîyê nû kirin.

Erdogan got "Em gaveke din davêjin ku li sinorê xwe yê başûrê 30 kîlometre herêmeke ewle damêzirînin. Emê Til Rifat û Minbic paqij bikin", Erdogan du bajarên li bakurê Sşrîyê destnîşan kirin.

Derbarê gefên Tirkiyê yên operasyoneke nû li Sûriyê, Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken di heman roja ku Erdogan gef kir, hişyarî da ku operasyoneke nû ya Tirkîyê li hindurê Sûrîyê wê zararê bide tenaî û ewlekariya li herêmê, Blinken got:

"Em li dijî her awayê zêdekirina tundî û alozîyê li bakurê Sûrîyê ne û em piştgirî didin parastina xetên di çarçoveya agirbesta berê de," Blinken di preskonferansa bi Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg de got.

Herwiha Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Abdî li dor operasyona gumankirî ya Tirkîyê hişyarî da.

Mazlum Abdî dîyar kir ku eger Tirkîye li bakurê Sûrîyê dest bi operasyonê bike ewê krîzeke mirovî çêbe û got ewê têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) zararê bibîne "Gefên Tirkan yên dijî bakurê Sûrîyê rîsk in û jiber wan bi me re fikar çêbûne. Eger êrîşek çêbe ewê Sûrî ji hev veqetin, ewê krîzeke nû ya mirovî çêbe û ewê xwecihên herêmî ji neçarî ji cîhên xwe bar bikin," Abdî got.

Roja Înê jî, Peyvdara wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova got "Em hêvîdarin ku Tirkiye xwe ji operasyoneke nû dûr ragire, jiber ku dê bibe sedema zêdebûna aloziyan li Sûriyê."

Piraniya welatên cîhanî û herêmî li dij operasyoneke nû ya Tirkiyê di nav axa Sûriyê de radewestin. Aliyên ku bang li Tirkiyê dikin ku tiştekî weha neke ji ber edemên ku dê rewşa aloz li Sûriyê ew welatê ku zêdetirî 10 salane di nava şerekî da ye hêjî zêdetir bibin, herwiha rewşa koçberan dê xerabtir bibe û DAIŞ dê çalaktir bibe.

Ji bo ku vê mijarê di çarçova eger ku opreasyoneke weha pêkhat dê bandoreke çawan li rewşa ewlekarî û mirovahî ya herêmê bi giştî û Sûriyê bi taybetî bike, bernama Tîrêj ev mijar bi birêz Feremez Başboga, siyasetvan û çavdêrê siyasî ji Berlin û birêz Ciwan Yûsiv berpirsê Komîta Kurdî ya Mafên Mirov li Swîsre gotûbêj kir.

Pêşî birêz Başboga got "Bi wê operasyonê dewleta Tirkiy dixwaze problem û kirza xwe ya navxweyî veşêre".

Feremez Başboga dîsan got "Hikûmeta Berlin jî li dij operasyona Tirkiyê derdikeve û dibêje, ewê bi tundî şermezar bikîn."

Birêz Ciwan Yûsiv jî, bal kişand ser pirsa penaber û koçberan û got "Her li destpêka şerê li Sûriyê Erdogan û hikûmeta Tirkiyê xwestin penaberên Sûrî weke kartekê li dij Ewrûpa bikar bîne."

Yûsiv dide zanîn û got "Di baweriya min de, Ewrûpa piştî sala 2020ê hate ser hişmendiya xwe, lewan sinor li hember penaberan asê kirin."

Ciwan Yûsiv got ku eger ku operasyoneke weha pêk bihê, dê dîsan bi milyonan kes koçber bibin, ne rewşa Sûriyê û ne ya cîhanê jî ne amade ye bo tiştekî weha

Bernama Heftane- Tirêj - Operasyona Tirkiyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:59 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG