Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Îslamî ya Tûnisî bo Çareserîya Krîza Sîyasî Banga Dîyalogê Dike


Alîgirên
Alîgirên

Partîya herî mezin ya Tûnisê, ya ku xwedîyê nêrîna nerm ya îslamê ye îro Sêşemê jibo ku krîza li welêt bi dawî bibe, banga dîyaloga neteweyî kir.

Serokê Tunusê Kaîs Seîd roja parlamanao Yekşemê erka parlemontoyê bo 30 rojan da rawestand, serokwezîr Hîşam Meşîşî û hikûmeta wî ji kar dûr xistibû.

Partîya Ennahda piştî ev biryara serok Saîd ew bi derbeyekê tawanbar kir.

Ennahda berevajîya banga xwe ya roja Duşemê ji alîgirên xwe xwestibû ku dijî kiryarên serok Seîd derkevin kolanan îro ji wan daxwaz kir ku ji şerê navxweyî dûr bisekinin.

Herwiha, Ennahda ji alîgirên xwe re gotibû ku li derveyî parlamentoyê dest bi çalakîya rûniştinê nekin û xwepêşandanan dar nexin.

Heremên derveyî avahîya parlamentoyê,qada roja Duşemê ku navbera bi sedan alîgirên Ennahda û Seîd îro vala bû.

Tûnis ji şoreşa 2011'an vir ve ku hîngê demokrasî hatibû destnîşan kirin, rûbirûyê krîza sîyasî ya herî mezin e.

Serok Seîd dibêje ku biryara wî ya bi piştvanîya artêşê - li gor bendeke qanûna bingehîn e û di dema rewşeke awarte de rê li ber ragihandina pîvanên awarte digire.

XS
SM
MD
LG