Serokê Tûnisê Qeys Seîd derengî roja Yekşemê Serokwezîr Hîşam Meşîşî ji karê wî derxist û parlamana welêt bo 30 rojan rawestand.
Îro Duşemê jî leşkerên Tûnisî rê li ber serokê parlamentoyê girt ku derbazî nav avahîya parlamanê bibe. Ev biryar û bûyer êdî bûn sedema xwepêşandinên berfireh ji alîyê kesên ligel û li dijî wan.
Partîya Îslamî ya Ennahda, ku mezintirîn partî li nav parlamanê ye, ev kiryar wekî derbeyeke leşkerî ji alîyê Serok Seîd ve binav kir.
Ev bûye demek ku serokê Tûnisê hikûmet û parlamanê bi gendelî û nezanbûna birevebirina welat ya di dema krîza koronayê de tawanbar dike.
Li Tûnisê rewşa aborî di salên dawî de xirab bûye û rêjeya bêkarîyê bilind bûye. Jiber vîrusa koronayê jî, heta niha 18 hezar kes li welêt mirine û jimara pêketîyan di dema dawî de pir zêde bûye.
Piştî giheştina rêketinê di navbera serokê welêt û parlamanê de, biryar ew bû ku sîstemeke hevbeş ya rêvebirina Tûnisê di nav her du alîyan de peyda bibe. Li gor wê lihevkirinê, di destûra Tûnisê de xalek hatiye zêde kirin ku serok û parlaman xwedîyên heman desthilatê bin.
Li ji wê çaxê ve, pirsgirêk û alozî di navbera her du alîyan de her pirtir dibûn. Serok Seîd sîyasetvanekî serbixwe û parlaman jî bi giştî di bin kontrola Partîya Ennahda de ye.
Pispor çaverê dikin ku êdî Tûnis dê di qonaxeke Dijwar re derbaz bibe.
“Sîstema sîyasî li Tûnisê di salên dawî de hişt ku ev welat bibe dewleteke têkçûyî,” şîrovekarê sîyasî yên Tûnisî Basil Tercuman ji televîzyona Al Hurra ya Amerîkî re got.
“Ev krîza sîyasî herwiha bi sedemên aborî, civakî û saxlemî ve peywendîdar e,” Tercuman got.
Li alîyê din, Belqasim Hesen, endamê polîtburoya Partîya Ennahda dîyar kir ku hin kes hene dijberîya hikûmet, parlaman û Ennahda dikin.
“Rewşa xirab ya Tûnisê jiber biryarên nedestûrî yên serok hatiye hole.” Hesen ji Al Hurra re got.
Tê çaverê kirin ku rewşa ne asayî li Tûnisê bidome, heta were xuya kirin ku gelo wê hilbijartin piştî 30 rojan werin lidarxistin an na.