Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tûnisê Karvekişîna Xwe Raberî Serok Saîd Kir


Elyes Fakfah
Elyes Fakfah

Serokwezîrê Tûnisê Elyes Fakhfah îro Çarşemê ragihand ku ew dest ji kar berdide.

Biryara wî di vê demê de tê ku Tûnis rûbirûyê dijwarîyên aborî ya jiber vîrusa korona bûye.

Daxuyanîya nivîskî ya hikûmetê da zanîn ku Fakhfah karvekişîna xwe raberî Serok Kais Saîd kiriye.

Hin jêderên sîyasî ji Reutersê re got ku Saîd poştî nerazîbûnên tund yên dijî Fakfah ji wî xwestiye ku karvekişîna xwe bide.

Li gor qanûnên Tûnisê divê Saîd kesekî nû wek posta serokwezîrî destnîşan bike, lê rewşa dabeşbûyî ya parlamanê dijwar dike ku li ser navekî nû lihevkirin çêbe û ew jî îhtîmala hilbijartineke din derdixe pêş.

XS
SM
MD
LG