Bi hezaran alîgirên Serokê Tûnisê Kaîs Seîd îro Yekşemê li paytext û bajarên din daketinên kolanan da ku pitgirîya biryara wî ya rawestandina parlamentoyê û soza guhertina sîstema siyasî bikin.
Lê, rexnegirên Seîd wan biryarên wî wek darbeyê bi nav dikin.
Xwepêşandana li navenda Tûnis ku herî kêm 8.000 kes beşdar bûn, ji dema ku Seîd di Tîrmehê de desthilatdarîya welat bi dest xist vir ve, ya herî mezin bû.
Li gor şahid û medyaya herêmî bi hezaran alîgirên Seîd yên din li Sfax kom bûn.
Di heman demê de, komên din li Sidi Bouzid, Gafsa and Monastir civyan.
Seîd bi gelemperî ji bo gavên xwe yên dijî elîta siyasî û sîstema parvekirina desthilatdarîyê di navbera serok û parlamentoyê de ku ew dibêje vîna gel têk biriye, piştgirîya gel destnîşan dike.
Xwepêşanderan alên Tûnisê daliqandin û dijî Ennahda, partiya Îslamî ya ku di parlamentoyê de partiya herî mezin e û wekî hevrikê sereke yê Seîd tevdigere, pankart hildan.