Dadgeheke Îraqî îro Sêşemê cezayê sêdarekirinê ji cîhadîyekî Belçîkî re birî, ku bi rêya peyamên vîdyoyî gefan li Ewrupa kiribû.
Endamê Dewleta Îslamî (DAIŞ) Tarik Jadaoun ku bi navê Ebu Hemza el-Belçîkî tê nasîn, li dadgehê gotibû ku ew masûm e û daxwaza merhametê ji dadgehê kiribû.
Jadaoun ku di sala 1988'an de hatibû dinê, di Tebaxa borî de li Mûsilê hatibû desteser kirin. Wî bi kincên girtgîgehê li dadgehê amade bûbû û rihê wî kurkirî û bi simbel bû.
Rûniştina dozê bi qasî 10 deqe kişand û dadwer cezayê îdamê ya bi rêka darvekirinê da Jadaoun.
Jadaoun ku bi eslê xwe ji Mexrîb (Fas) e, di 10'ê Gulanê de gotibû ku “fermandarekî bilind yê DAIŞê” ew neçar kiribû ki wan vîdyoyan de xuya be.