Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê ENKS Sefuk û Gera Duyê ya Danûstandinên Cenev


Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Tahir Sefuk, Serokê ENKS û Sekreterê Partîya Demokrata Niştîmanî ya Kurdî li Sûrîyê li ser gera didoyan ya Konferansa Cenevê diaxife.

Birêz Sefuk dibêje, ew hêvî dikin ku kêşeyên Sûrîyê bi rêyên aştîyane çareser bin û Konferansa Cenevê jî derfeteke baş e.

"Di Sûrîyeyeke nû ya demokratîk û federal de gerek e mafê Kurdan û hemî kêmnetewan were parastin. Di gera duyê de emê hewil bidin ku kêşeya Kurdî wek bendeke di rojeva danûstandinan de cîh bigire çimkî heta mesela Kurdî çareser nebe Sûrîyeke nû û demokrat nayê ava kirin."

Sefuk bal dikşîne ku di gera yekê ya Cenevre de hin problem di navbera ENKS û koalîsyona Sûrî de derketine û vê carê ew tiştên wiha qebûl nakin.

"Emê ji îhtîlafê bixwazin ku li ser pirsa Kurdî cidî bin û peymana navbera me û wan di danûstaninan de were gorûbêk kirin."

Sefuk li ser Rêvebirîya Demkî li herêman Kurdan jî wiha dibêje "Rêvebirî jibo Rojava pêdivî ye, lê ew destek nadin Xweserîya Demokratîk ya PYD jiber ku ev ne şîrik in."

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:10:04 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG