Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamê Civata Nûneran ya Amerîkî Tim Walberg bi COVID-19 Ket


Tim Walberg
Tim Walberg

Endamê Civata Nûneran ya Amerîkî yê ji istana Michigan Tim Walberg îro Duşemê ragihand ku testa wî ya COVID-19 pozîtîf derket.

Walberg got ku heta niha nîşaneyên nexweşîyê di bedena wî de sivik in.

“Cara dawî berî hefteyekê bû ku ez beşdarî civîneke civakî bûbûm. Berî ku ez xwe karantînê bikim, ofîsa min peywendî bi wan kesên ku ez di têkilîyê de bûm kirin ku ew jî xwe biparêzin.”

Walberg di hilbijartinên dawî de jibo caran heftan wek nûnerê Devara 7an ya istana Michigan hatibû hilbijartin.

Ew endamê duyê yê Civata Nûneran ya ji eyaleta Michiganê ye ku bi vîrusa korona ketiye. Berê jî Kongresmen Bill Huizenga di Cotmehê de ragihandibû ku ew bi korona ketiye.

XS
SM
MD
LG