Lînkên eksesibilîtî

AFP: 90 ji Sedê Bajarê Tabqa Rizgar Bûye


Şervanekî HSD'ê li bajarê Tabqa dinêre

Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Abdulqadir Hevedi ji AFP re ragihand ku 90 ji sedê bajarê Tabqa ji DAIŞ’ê hatiye paqij kirin.

Hevedi da zanîn ku ala DAIŞ’ê ya mezin ku li nav bajêr hatibû bilind kirin jî hate dirandin.

Tabqa jibo hatin, çûna endamên DAIŞ’ê bajarekî stratejîk e û 55 kîlometre li rojavayê navenda wê Reqa ye.

Şervanên HSD’ê hefteya borî karîbûn ku ji hêla başûr ve têkevin nav bajêr û ji hîngê vir ve hêdî hêdî ber bi bakur ve pêşve diçûn.

Firokên koalîsyona navnetewî jî bi êrîşên esmanî piştgirî didin HSD’ê û îro jî jimareke êrîşên giran ji ser DAIŞ’ê re hatine kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku eger Tabqa bi tevahî rizgar be, hîngê rizgarkirina Reqa dê hêsantir be.

XS
SM
MD
LG