Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Pevçûnan de 3 Zerevan û 29 girtî li Tacîkistanê Hatine Kuştin


Wezareta Derve ya Tacîkistanê ragihand ku di serîrakirina girtîgeheka baş parasatî de 3 zerevanên zindanê û 29 girtî hatine kuştin.

Wezaretê da zanîn ku alozî li zindana Vahdet ya 15 kîlometre rojhilata paytext Duşanbe qewimî û di nav şeş mehên borî de cara duyê ye ku bûyerên wî rengî çêdibin

Daxuyanîya wezaretê dîyar kir ku di nav girtîyên kuştî de jimareke endamên opozîsyona Îslamî jî hene û 17 ji wan kesan endamên Dewleta Îslamî (DAIŞ) ne.

Herwiha 5 endamên Partîya Ronesansa Îslamî ya Tacîkistanê, ku di 2015’an de hatibû xedexe kirin, jî di pevçûnan de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG