Doza kuştina serokê berê yê Baroya Amedê, Tahir Elçî li Dadgeha Cezaya Giran ya 10'an li îro Amedê destpê kir.
Îdianameya dozê di 4,5 salan de amade bû û ji 40 rûpelan pêk tê.
Endamê PKK'ê Uğur Yakişir ji kuştina Tahir Elçi tê sucdar kirin, lê sê polîs jî bê ku werin girtin, wek gumanbar tên darizandin.
Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin dibêje ku Elçî di jîyana xwe de tim jibo gelê xwe xebitî loma gel jî xwedî li wî derdike:
**
Parêzerê malbata Elçî, Neşet Gîrasun behsa giringiya dozê dike û dibêje ku di peyvajoya lêpirsîn û îdianameyê gelek kêmahî hene.
**
Kerem kin vê raporta taybet ya nûçegîhana me ya Amedê Xecîcan Farqîn temaşe bikin ku oxirkirina Elçî ya ki alîyê hezaran kesan nîşan dide:
**
Ev jî rapora ser belgefîlmeke ser bûyerên kuştina Elçî ye ku dîdevanên --bûyerê qala wê rojê dikin:
Hêjayî bîrxistinê ye ku Elçî di 28’ê Mijdara sala 2015’an de li Sûrê li ber Mînareya Çarlingî, dema daxuyanî dida çapemenîyê hatibû kuştin.