Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sûrî li Îdlibê Firokeke Şerker ya Sûrî Gêr Kir


Firokeke şerker ya Sûrî
Firokeke şerker ya Sûrî

Serhildayên Sûrî ragihand ku wan îro li esmanên Îdlibê firokeke şerker ya Sûrî anî xwarê, di vê demê de ku hêzên hikûmetê yên bi piştgirîya Rûsya nêzîkî bajarokê Xan Şêxun ya sratejîk dibin.

Çaavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku pîlotê firokê jialîyê serhildayan ve hate girtin, piştî ku wî karîbû xwe ji firokê derxîne.

Ajansa Reutersê bal kişand ku heta niha medya dewleta Sûrî ew bûyer ranegihandiye.

Koma cîhadî Tahrîr el-Şam, ku koma herî xurt ya li wê herêmê ye, îdia kir ku çekdarên wê ew firoka Sukhoi 22 gêr kiriye.

Tahrîr el-Şam ragihand ku firoka ku ji bingeha esmanî ya Humsê rabûye, li nêzî bajarokê Xan Şêxun hate gêr kirin, lê zelal nekir ku ew çawa çêbûye.

XS
SM
MD
LG