Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Taywan, Çînê jiber Hîndarîyên Dawî yên li Dora Giravê Şermezar Dike


Taywanê îro Duşemê Çîn jiber hîndarîyên xwe yên li dora giravê şermezar kir.

Wezareta Berevanî ya Taywanê dide zanîn ku Çîn di kêmtirî mehekê de hîndarîya xwe ya duyê li dora giravê li dar dixe.

Li gor wezaretê, 57 firokên Çînî li dora giravê hatiye dîtin.

Çîn, Taywanê wek axa xwe dibîne û bi zexta leşkerî, sîyasî û aborî dixwaze serwerîya xwe îsbat bike.

Karbidestên leşkerî yên Çînê dibêjin ku hêzên wê li derdora Taywanê dewrîyeyên hazirbûna bo şer yên hevbeş li dar xistine .

Ew karbidest dîyar dikin ku ew hîndarî dijî kiryarên provokatîf yên hêzên derve û hêzên cudaxwaz yên bo serxebûna Taywanê çêbûne.

Ofîsa Seroktîyê ya Taywanê got ku Çîn sûcdarkirinên bêbingeh dike û bi tundî hîndarî şermezar kir.

Wê ofîsê dîyar kir ku aştî û aramîya Tengava Taywanê berpirsîya hevpar ya Taywan û Çînê ye.

‘’Helwesta Taywanê pir zelal e. Ewê ne nakokîyan zêde bike ne nakokîyan çêke, lê dê bi tundî serwerî û ewlehîya xwe biparêze’’ Ofîsa Serokomarîya Taywanê got.

Wezareta Berevanîyê ya Taywanê dîyar kir ku di 24 saetên borî de 57 firokên Çînî û 4 gemîyên deryayî li dora giravê çerx bûne û 28 firok firîyane herêma berevanîya esmanî ya Taywanê.

Di dawîya meha borî de, Taywanê gotibû ku 43 firokên Çînî xeta navîn derbaz kirine.

Taywan bi tundî îdiayên serwerîya Pekînê red dike û dibêje ku bi tenê 23 mîlyon mirovên giravê dikarin siberoja xwe dîyar bikin.

Pekîn bi taybetî ji piştgirîya Washingtonê ya bo Taywanê aciz e.

Mîna piranîya dewletan, ya Washingtonê jî ti peywendîya wê ya dîplomatîk ya fermî bi Taywanê re tune, lê piştgirê navneteweyî yê giravê ye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG