Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Soza Bersiveke Tund Dijî Serdana Cîgirê Seroka Taywanê Bo Amerîkayê Dide


 William Lai, cîgirê seroka Taywanê
William Lai, cîgirê seroka Taywanê

Çînê roja Yekşemê soz da ku "tedbîrên biryarbir û bi hêz" li dijî seredana William Lai, cîgirê seroka Taywanê bo Amerîka bide û got ku ew ji nêzîk ve dişopîne.

Berdevkekî wezareta derve di daxuyaniyekê de ku li ser înternetê hate weşandin got,"Çîn ji nêz ve pêşveçûna rewşê dişopîne û dê tedbîrên biryarbir û bi hêz bigire ji bo parastina serweriya netewî û yekparçeyiya axê."

Lai, ku berbijarekî hilbijartinên sala bê ya serokatîyê yên Taywanê ye, bi fermî rawestgeha transît li Amerîka dike û diçe Paraguay, ku ew ê beşdarî sondxwarina serokê hilbijartî Santiago Pena bibe.

Taywan ji hêla Çînê ve tê idîaakirin, ku soz daye rojekê wê deverê bigire -bi zorê, ger hewce bike- û zexta siyasî û leşkerî zêde kir.

"Çîn bi tundî li dijî her şêwe danûstandinên fermî yên di navbera Amerîka û Taywanê de ye, bi biryar li dijî cudaxwazên ku dixwazin 'serxwebûna Taywan'ê di bin her nav û sedemekê de bikevin Amerîkayê, û bi tundî li dijî her cûre têkiliyên fermî yên di navbera Amerîka û hikûmet û aliyê Taywanî ye," berdevk got.

Wî anî ziman ku, "Çîn nerazîbûneke tund nîşan dide û bi tundî israra Amerîka ya rêkxistina 'transît' ya William Lai ya Amerîka şermezar dike."

Berî ku siwar bibe roja Şemiyê piştî nîvro, Lai ji rojnamevanan re got ku ew plan dike "bi serokên welatên cihêreng ên cîhanê re têkilîyan daynin û her weha bi şandên ji welatên hevra re jî bicivin" di gera xwe ya Paraguay de.

Lai got, "Ez ê...bihêlim ku civaka navnetewî gelek hewildanên me yên ji bo parastina aştî û aramiyê li herêma Hindo Pasîfîkê bizanibe."

Berdevkê wezareta derve ya Çînê roja Yekşemê got: "Amerîka û Taywanê bi lihevkirinekê rê didin William Lai ku bi hinceta "transit" li Amerîka beşdarî çalakiyên siyasî bibe.

"Ev bi giranî prensîba Yek-Çîn binpê dike û bi giranî serwerî û yekbûna axa Çînê têk dide."

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG