Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Erdhêja Taywanê de 9 Kes Mirin û Gelek Birîndar û Winda Hene


Dîmenek li bajarê Hualien, rojhilata Taywanê ku rewşa piştî Erdheja herî mezin ya 25 salên dawîn ya li wî welatî nîşan dide, 3 Nîsan, 2024.
Dîmenek li bajarê Hualien, rojhilata Taywanê ku rewşa piştî Erdheja herî mezin ya 25 salên dawîn ya li wî welatî nîşan dide, 3 Nîsan, 2024.

Li Taywanê îro Çarşemê erdhejek di kûrahiya 15,5 de, bi mezinahîya 7.2’an pêk hat ku erdhêja herî mezin ya 25 salên dawîn ya li wî welatî ye.

Karbidestên Taywanê didin zanîn ku jiber erdhejê herî kêm 9 kes mirine, 946 kes birîndar bûne û 50 jî di rê de wenda bûn ku ber bi parkeke neteweyî ve diçûn.

Li gor ragihandina karbidestan xebatên rizgarkirina kesên di bin kavilan de asê berdewam dikin.

Herwiha hat ragihandin ku jiber berdewamkirina erdhejên piçûk, li bajarê Taipei xetên veguhestinê yên wek metro bi demkî hatine rawestandin.

"Heya niha ya herî girîng, ya herî pêşîn, rizgarkirina mirovan e, "Serokê hilbijartî Lai Ching-te, got.

Li bendê ye ku xetên trênê roja Pênşemê jinûve werin vekirin, Lai, ku wê meha pêş dest bi kar bike, ji rojnamevanan re got.

Saziya elektrîkê Taipower got ku piştî erdhejê elektrîka qûtbûyê hatiye ûdu santralên navokî yên giravê bandor nebûne.

Medya dewletê ya Çînê got ku erdhej li eyaleta Fujian ya başûrê rojhilat jî hatiye hîskirin, şahidekî Reutersê jî got ku li navenda bazirganî ya Şanghayê jî hat hîskirin.

Ajansa fermî ya nûçeyan ya navendî ragihand ku erdheja îro, ji ya di 1999’an mezintir de bû, ku bi mezinahîya 7.6 pêk hatibû û nêzî 2.400 kes mirin û 50 hezar avahî zarar dîtin yan hilweşîn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG