Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê PE Tajani: Divê Ewrupa Artêşa Xwe Ava Bike


Serokê Parlamentoya Ewrupa (PE) Antonio Tajani dîyar kir ku divê Ewrupa artêşa xwe ava bike.

Tajani ji kovara Spiegel’ê re da zanîn ku Ewrupa di qonaxa berfireh de ewê hewcedarê artêşekê be.

‘’Li Ewrupa 28 artêşên ku heman karî dikin hene. Eger ew hevkarîyê bikin ewê di asta cîhanî de çalaktir bibin û hêza xwe mezintir bikin’’ Tajani got.

Tajani bi berdewamî dîyar kir ku Yekîtîya Ewrupa (YE) bê ku stratejîya hevbeş ya berevanîyê hebe nikare siyaseta derve bimeşîne û da zanîn ku di butçeya nû de bala xwe bidin ser vê mijarê.

XS
SM
MD
LG