Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tacîkistan Dibêje di Erdheja 7,2 de Ti Kes Nemir


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Tacîkistan îro Pêncşemê bi hêza 7.2 hejîya.

Navenda Torên Erdhejê yên Çînê ragihand ku kûrahîya wê erdheja li nêzî sînorê Çînê 10 kîlometre ye.

Erdhejê bandor li herêmên Xinjang, Kaşgar û Artuksê jî kiriye.

Medyaya fermî ya Çînê, Xinhua ragihand ku bi erdhejê ti kesî canê xwe ji dest nedaye û birîndar nebûye.

Karbidestên Tacîk jî dibêjin ku erdhêja bi hêza 7,2 ti kes nekuştiye û birîndar nekiriye.

Li gor ragihandina Xinhua, xetên elektrîk û yên ragihandinê jî saxlem mane.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG