Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqîna Mayînekê de li Afghanistanê 9 Xwendekar Têne Kuştin


Polîsê Afghanistanê dibêje teqîna mayînekê 9 zarokan dikuje, ku diçûne dibistana xwe.

Peyvdarê polîs Xelîl Esîr got mayîn li parêzgeha Taxar teqiya û temenên zarokên kuştî di navbera 9 û 12 salan de bûn.

Esîr got tevgera Talîbanê mayînên dijî kesan li herêmê çandine ji bo paqijkirina wê, lê “mixabin, îro, yek ji wan bi xwendekarên dibistanê de teqiya.”

Talîbana ku şerê hêzên Amerîkî dike ti şîrove pêşkêş nekirin.

Teqîna îro Şemiyê nîşana bilindbûna ziyanên mirovî ye di nav sivîlan de îsal, tevî axaftinên Amerîka û Talîbanê ji bo gihîtina rêkeftineke aştiyê.

Neteweyên Yekgirtî meha borî got di navbera mehên Tîrmeh û Çirya Pêşîn de 4,313 kes hatine kuştin û birîndarkirinku bi rêjeya 40% bilindbûye li beramber sala borî.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG