Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Gehişte Kabul Û li Benda Radestkirina Desthilatê Ye


Qelebalixa li ber deriyê banka Kabul, xelk pereyên xwe ji bankê dertîne
Qelebalixa li ber deriyê banka Kabul, xelk pereyên xwe ji bankê dertîne

Roja Yekşemê tevgera Talîbanê Celalabad jî girt, paytexta parêzgeha Nimruz, ku dawîn bajarê mezin bû, li derveyî paytextê ku di bin kontrola hikûmetê de bû.

Raportên cihêreng didin diyar kirin ku hêzên ewlehiyê ji navçeyên din ên parêzgeha Nangarhar, ku dikeve ser sînorê Pakistanê û yek ji deriyên sînorî yên girêdana bi Pakistanê re ye, bi rêya Torkhem, vedikişin.

Yekşemê, peyvdarê Talîbanê Zabihullah Mucahid got ku, çekdarên wan Baregeha Esmanî ya Bagram û girtîgeha li wir xistine bin kontrola xwe û girtiyên wê azad kirine. Li Bagramê girtiyên payebilind yên Talîbanê hebûn, ku wekî bingeha sereke ji bo çalakiyên leşkerê biyanî yên bi serokatiya Amerîka li Afganistanê xizmet dikir.

Serokê Afganistanê Eşref Xanî, dema duh peyamek pêşkeşî netewa Afganî kirî - (Reuters)
Serokê Afganistanê Eşref Xanî, dema duh peyamek pêşkeşî netewa Afganî kirî - (Reuters)

Kontrol kirina bilez ya Talîbanê ya herêmên Afgansitanê hem xelkê navxwe yê Afgansitanê û hem jî civaka navnetewî di şokê de hişt. Ev yek di wî çaxî de pêkhat dema ku ji sala 2020ê Amerîka bi Talîbanê re di nava lihevhatinekê de bû, lê operasyonên Talîban yên vê dawiyê yên girtina bajarên Afgansitanê tiştek bû ne dihat çaverê kirin.

Serkeftina Talîbanê ji kontrol kirina paytexta parêzgeha Nimruz destpêkir, dema ku îna borî 6ê Tebaxê ew herêm kontrol kir, piştî 9 rojan Talîbanê xwe gihand Kabul û ew dorpêç kir.

Serokomarê Afganistanê Eşref Ganî, roja Şemiyê di peyameke tomarkirî de, ji gelê Afganistnaê re got ku ew bi berpirsên navxweyî û navneteweyî re li ser rewşê di têkiliyan dane, ku wî wekî "şerekî ferzkirî" bi nav kir. Eşref got, "Di senaryoya niha de, karê herî li pêş çalak kirina hêzên ewlekariyê û hêzên berevaniya Afganîye".

Helîkoptera Amerîkî li hindavî balyozxaneya Amerîka li Kabul
Helîkoptera Amerîkî li hindavî balyozxaneya Amerîka li Kabul

Gehiştina Talîban ya ber deriyên Kabul, we kirîye ku balyozxaneyên biyanî lezê bidin derketinê.

Amerîka ferman da 1000 leşkeran, zêdebarî 3000 leşkerên din hefteya borî ku herin alîkariya valakirina balyozxane û karmendên wê bikin li Kabul, ajnas dibêjin, firokên helîkopter karmendan ji avahiyê balyozxanê vediguhêzin firokxana navnetewî ya Kabul.

Li gorî dxuyaniyeke Qesra Spî Serokê Amerîka Joe biden got "Me bi rêya serleşkerê xwe gotiye nûnerên Talîban li Duha, har karekê ji aliyê wan li ser erdê Afganistanê kesên Amerîkî yan çalakiyek wan aramnc bigire, dê bersivdanek leşkerî ya bihêz û bilez li dij wan encam bidin."

(VOA, Ayeşa Tanzeem​ ji Afgansitnaê û Ayaz Gul ji Pakistan beşdarî divê raportê de kirîye)

XS
SM
MD
LG