Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Dibêje Wan Aştî Divê Û Dê li Gor Şerî'eta Îslamê Rêzê li Mafên Jinan Bigrin


Peyvdarê Talîban Zabihullah Mujahid di Preskonferansê de l iKabul
Peyvdarê Talîban Zabihullah Mujahid di Preskonferansê de l iKabul

Talîbanê piştî serketina xwe ya li paytexta Afgnistan Kabulê, îro Sêşemê bo cara yekê preskonferanseke fermî li Kabul encam da.

Talîbanê dîyar kir ku ew bi welatên din re peywendîyên aştîyane daxwaz dikin û ewê di çarçoveya şerîeta îslamî de rêzê li mafên jinan bigrin.

Peyvdarê sereke yê Talîbanê, Zabîhullah Mucahîd destnîşan kir ku "Em ti dijminên hindûr yan derve naxwazin."

Mucahîd ragihand ku jin ewê bikaribin bixebitin û herin dibistanê bikin û her wiha "ewê di civakê de pir çalak bin, lê di çarçoveya Îslamê de".

Wî anî ziman ku Talîban dê dijî leşkerên berê û endamên hikûmeta ku welatên Rojava piştgirîyê dikin, li tolhildanê negere.

Her wiha Mucahîd da zanîn ku Talîban hem jibo leşkerên berê yên hikûmeta Afganî û hem jî bo wergêrên ku jibo hêzên navneteweyî kar dikirin, efûyeke garantî dike.

"Ti kes zararê ewê nede we, ti kes wê li derîyên we nexe," Zabîhullah Mucahîd got.

Herwiha got ku medyaya taybet dikare li Afganistanê azad û serbixwe bimîne û herwiha karê xwe bike.

Mucahîd bi berdewamî bal kişand ku Talîban di çarçoveya xwe ya çandî de girêdayî medyayê ye.

XS
SM
MD
LG