Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Xwekujî ya Talîbanê de Kuştî û Birîndar Hene


Piştî êrîşeke li Kabulê (Arşîv)

Di êrîşeke xwekujî ya dijî navendeke leşkerî de, bi kêmî ve 4 leşker li Kabula Afganistanê hatin kuştin.

Wezareta Navxweyî ya Afganistanê ragihand ku di êrîşê de herwiha 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Wezaretê da zanîn ku êrîş bi maşîneyeke bombebarkirî li dar ketiye.

Talîbanê berpirsîya êrîşê girt ser xwe.

Serokê Amerîka Donald Trump hefteya borî danûstandinên aştîyê yên bi Talîbanê re betal kiribû.

Talîban dide zanîn ku heta ku ew peymaneke aştîyê îmza dikin ewê êrîşan bidomînin.

Hêjayî balikişandinê ye Afganistan dê di 28’ê Îlonê de hilbijartina serokomarîyê li dar bixe.

XS
SM
MD
LG