Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Pêşveçûna Xwe Didomîne, 4 Bajarên Din Kontrol Dike


Ajansa Associated Press (AP) ragihand ku îro Talîbanê bajarên Herat, Kandahar, Feroz Koh ya eyaleta Ghor û her wiha bajarê Lashkar Gah ya eyaleta Helmand girtiye.

AP dîyar kir ku bi deskeftîyên îro Talîbanê di van rojên dawî de 17 ji tevahîya 34 paytaxtên eyaletên Afganistanê girtiye.

Tenê di 24 demjimêrên dawî de, bajarên duya û sêya yên mezin yên welêt- Herat li rojava û Kandahar li başûr- ketin destê çekdarêran Talîbanê,

Li paytexta eyaleta Helmand ya başûr, hêzên Amerîkî, Brîtanî û NATO şer dikirin.

Digel ku Kabul hîna rasterast ne di bin tehdîdê de ye, li eyaleta Logar, ku 80 kîlometre dûrî paytextê ye, pevçûnên di navbera Talîban û hêzên hikûmetê berdewam dikin.

Artêşa Amerîka yê pêşbînî dike ku Kabul dikare di nav 30 rojan de têkeve bin serwerîya Talîbanê û rexisitna tundre dikare di nav çend mehan de axa mayî ya Afganistanê bi tevahî bi dest bixe.

Bakur û rojavayê Afganistanê niha di bin kontrola Talîbanê de ye.

Talîbanê îro kontrola sê paytextên eyaletên li başûr bi dest xist.

Bi hezaran Afganî jiber tirsa ku ewê Talîban dîsa hikûmetek zalimane û zordar ava bike; mafên jinan têk bibe, xelkê eşkere darve bike malên xwe terikandine.

XS
SM
MD
LG