Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Dirêjkirina Dema Vekişîna ji Afganistanê Qebûl Nake


Desthilatdara nû ya Afganistanê Talîbanê îro li paytext Kabulê preskonferansek li dar xist.

Berdevikê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd got ku ew dixwazin ku tevahîya derxistinên biyanî ji Afganistanê heya 31'ê Tebaxê biqedin.

Wî hişyarî da ku ew ew bi dirêjkirina wê peyvajoyê razî nabin.

Talîban hewil dide ku bi hezaran Afganî yên ku li firîngeha Kabulê, bi hêvîya derketina ji welêt civîne, qane bike ku wegerin malên xwe.

Mucahîd got ku ewê ewlehiya wan kesan garantî dikin.

Talîbanê da zanîn ku wan dirêjkirina dema vekişandinê nepejirandiye û dixwaze ku derxistinên biyanî heta 31ê Tebaxê werin bi dawî kirin.

Mucahîd herwiha bang li Amerîka kir ku nebe rêveker ku Afganî welatê xwe biterikînin.

Wî îdia kir ku Talîban dixwaze rewşê bi dîyalogê çareser bike. "Divê balyozxaneyên biyanî xebatên xwe ranewestînin.Em ewlehya wan garantî dikin.".

Gelek Afganî ji tolhildanê û veguherineke tund ya qanûna îslamî ditirsin. Dema Talîbanê ji 1996'an heya 2001'an serwer bû, bi taybetî di warê binpekirina mafên jinan de gelek kiryarên xirab qewimîbûn.

Mucahîd ku hewil da tirsên wiha sivik bike, got ku hazirîyên xwe didomînin ku jin bikaribin vegerin ser kar.

Wî her wiha re kir ku di destê wan de lîsta kesên ku werin ceza kirin heye.

XS
SM
MD
LG