Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Vekîşana Hêzên Amerîkî Pîroz Dike


Wezareta Berevanî ya Amerîkayê ragihand ku hêzên Amerîkî yên herî dawî îro bi firokan ji Afganistanê derketin. Bi vê yekê dirêjtirîn şerê Amerîkayê yê 20 salî bi dawî bû.

Çekdarên Talîbanê piştî temambûna vekîşînê, îro dema firîngeha Hamîd Karzaî xistin bin kontrola xwe, bi reşandina guleyan ew yek pîroz kirin.

Dîmenên vîdyoyî ku ji hêla Talîbanê ve hatine weşandin, nîşan didin ku çekdarên wê dikevin firîngehê, piştî ku hêzên dawî yên Amerîkî nîva şevê bi firokeke C-17 ji Afganistanê derketin.

Berdevikê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd piştî çûyîna hêzên herî dawî li firîngehê preskonferansek li dar xist.

"Ew rojeke dîrokî û demeke dîrokî ye. Em bi van kêlîyan serbilind in jiber ku ku me welatê xwe ji hêzeke mezin rizgar kir, " Mucahîd got.

Di şerê herî dirêj yê Amerîka de nêzî 2,500 leşkerên Amerîkî û bi texmînî 240 hezar Afganî hatine kuştin û 2 trîlyon dolar dirav hatiye xerc kirin.

Ji alîyê din ve, wezîrê Derve yê Pakistanê Mehah Mehmûd Qureyşî, li paytext Îslamabadê di preskonfransekê de got ku ew çaverê dike ku di rojên pêş de li Afganistanê hikûmeteke lihevkirinê were damezrandin.

XS
SM
MD
LG