Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Bo Postên Girîng Fermandarên Dijwar yên Şer Erkdar Dike


Berdevikê Talîbanê yê Zabîhullah Mucahîd
Berdevikê Talîbanê yê Zabîhullah Mucahîd

Rêvebirên Talîbanê yên Afganistanê îro Sêşemê jibo çend postên hikûmetê kesên payebilind erkdar kirin, di nav de du fermandarên qada şer ji heremên başûr yên rexistinê wek cîgirên wezaretên girîng binav kirin.

Berdevikê Talîbanê yê Zabîhullah Mucahîd dîyar kir ku Mele Abdul Qayyum Zakir wek cîgirê wezîrê berevanîyê, û Sadr Îbrahîm jî wek karên wezîrê karên navxwe hatine destnîşan kirin.

Zakir, girtiyê berê yê li girtîgeha leşkerî ya Amerîkî li Guantanamo ya li Kubayê bû û her wiha hevalê nêzîk yê damezrênerê Talîbanê yê paşîn Mele Omer bû.

Li gor raporên medyayê, ew di 2001'an de li Afganistanê ji hêla hêzên Amerîkî hate girtin û heya sala 2007'an li Guantanamo girtî bû.

Ew hate berdan û hate radestî hukumeta Afganî kirin û dihat çaverê kirin ku di hik û meta nû de bibe wezîrê berevaniyê berîya ku kurê Mele Omer, Mele Mihemed Yaqub, jibo wê postê hate erkdar kirin.

Sadr, serokê berê yê komîsyona leşkerî ya Talîbanê ji eyaleta Helmandy a başûr e, û wek cîgirê Sirajuddin Haqqani, ku malbata wî ji sînorê rojhilat ya bi Pakistanê re tê, hatiye destnîşan kirin.

XS
SM
MD
LG