Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Pêşveçûna Talîbanê, Ganî Banga Piştgirîyê Dike


Çekdarên Talîbanê li bajarê Qunduzê
Çekdarên Talîbanê li bajarê Qunduzê

Ajansa Reutersê ragihand ku Talîban îro Sêşemê li heremên bakurê Afganistanê kontrola xwe tundtir û berfirehtir kiriye.

Talîban û karbidestên hikûmetê piştrast kir ku Talîbanê di rojên dawî de li bakur, rojava û başûr şeş navendên eyaletan yên nû bi dest xistine.

Serokê Afganistanê Eşref Ganî, piştî desketinên berbiçav yên Talîbanê bang li hêzên herêmî kir ku piştgiri bidin hikûmeta wî.

Washingtonê jî ragihandibû ku parastina Afganistanê bepirsîya hikûmeta Ganî ye.

Jiber êrîşên Talîbanê rûniştvan li malan xwe vedişartin û fermandarekî alîgirê hikûmetê soz daye ku jibo parastina bajarê herî mezin yê li bakur, Mezari Şerîf heya mirinê şer bike.

Jêderên xwecîhî radigihînin ku çekdarên Talîbanê li bajarê Aîbak ya paytexta eyaleta Samangan û ser rêya serekî ya navbera Mezari Şerîf û paytext Kabul, hêzên xwe xurt kirinine û kontrola avahîyên hikûmetê bi dest xistine.

Jêderan herwiha got ku piranîya endamên hêzên ewlekerîyê yên hikûmetê paşve vekişîne.

Balyozxaneya Hindistanê got ku wan firokek şandiye Afganistanê ku hemwelatîyên xwe rizgar bike.

Amerîka û Brîtanyayê jî berî niha bang li welatîyên xwe kiribûn ku ji Afganistanê derkevin.

XS
SM
MD
LG