Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Li Kabul Dijî Çekdarên DAIŞ'ê Oprasyanê Dike


Dîmeneke ji hezên Talîbanê (Arşîv)
Taliban forces stand guard in front of Hamid Karzai International Airport in Kabul, Afghanistan, September 2, 2021.
Dîmeneke ji hezên Talîbanê (Arşîv) Taliban forces stand guard in front of Hamid Karzai International Airport in Kabul, Afghanistan, September 2, 2021.

Karbidest û niştecîhên herêmî ragihandin ku hêzên hikûmeta Talîbanê şeva Yekşemê li bakurê paytext Kabulê dijî hêzên Dewleta Îslamî (DAIŞ) êrîşeke mezin pêk anîne.

Berdevikê Talîbanê Zabihullah Mucahîd dîyar kir ku yekîneyek taybet ya Talîbanê dijî DAIŞ'ê li taxa 17 'an ya Kabulê, li bakurê bajêr, operasyoneke pêk anîye û avahîya wan hatiye wêran kirin û tevahî yên çekdarên tê de, hatine kuştin.

Welatîyên heremê jî gotin ku hêzên Talîbanê herem dorpêç kirine û êrîş di 7.30'ê evarê de dane destpê kirin ku çend demjimêran berdewam kiriye.

Operasyona Talîbanê piştî êrîşa bombeyî ya nêzî mizgefteke li Kabulê roja Yekşemê qewimî, pêk hat.

Di wê teqînê de hejmarek sivîl hatin kuştin û birîndarkirin; ya ku li paytexta Afganistanê ji vekişîna hêzên Amerîkî ya di dawîya Tebaxê vir ve, êrîşa herî xirab bû.

Hevdem, Ajansa nûçeyan ya Amaq ya DAIŞ' ê li ser Telegramê ragihandibû ku komê peqîna mizgeftê pêk anîye.

Rêxistina herêmî ya Dewleta Îslamî, ku bi navê DAIŞ-Xorasan tê zanîn, berê îda kiribû ku êrîş biriye ser armancên Talîbanê û ewê bi tevgera Îslamî ya Afganî re şer bike.

XS
SM
MD
LG