Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Rojnamevanên Afgan Rastî Lêdanê ji Alîyê Talîbanê ve Tên


Herdu rojnamevanên Afganî. Jêder: AFP
Herdu rojnamevanên Afganî. Jêder: AFP

Edîtorê rojnameya Etilaat Roz ya Afganî, Zakî Daryabî îro Pêncşemê got ku du rojnamevanên wan vê hefteyê bûne armanca tundîya Talîbanê.

"Rojnamevanên me piştî ku xwepêşandineke jinan li Kabulê dişopand, ji alîyê Talîbanê ve hatin girtin û dp re rastî lêdana polîsan hatin. "

Daryabî, ku dameznêr û seredîtorê rojnameya Etilaat Roz e, hin wêneyên her du rojnamevanên mêr li ser medyaya civakî belav kirin.

Di wan wêneyan de birîn û şûna lêdanê li ser laşên her du kesan dîyar dibin.

Li gor Daryabî, vê bûyerê tirs xistiye nav rojnamevan û medyakarên Afganî.

“5 hevkarên me bêtirî çar demjimêran hatibûn binçav kirin. Du ji wan lêdan xwaribû û hatibûn êşkence kirin,” Daryabî ji ajansa Reuters ya nûçeyan re got.

Wî herwiha da zanîn ku rojnamevanê birîndar ji nexweşxaneyê re hatiye rakirin û bijîşkan jê re gotiye ku divê ew du hefteyan bîna xwe vede.

Piştî ku Talîbanê di15ê Tebaxê de Kabul kontrol kir, soz dabû ku rê bide dezgehên ragihandinê kar bikin. Wê herwiha soz dabû bîragiştî ku ewê rêzê li mafên mirov bigire. Lê ji wê çaxê heta niha gelek kes bûne armanca binpêkirin û zêdegavîyên çekdarên Talîbanê.

Dema ku Talîbanê cara dawî di navbera salên 1996ê û 2001ê de Afganistanê bi rê ve dibir, medyaya serbixwe tune kiribû.

Daryabî kiryara Talîbanê rexne kir û nerazîbûna xwe nîşan da.

"Bi hilweşandina ji nişkeve ya hikûmetê, Etilaat Roz, bi hêvîya ku ti pirsgirêkên mezin ji ragihandinê re dernekevin, destpêkê biryar girtibû ku karê xwe bidomîne, lê bûyera do ew hêvîya biçûk jî hilanî,” Daryabî got.

XS
SM
MD
LG