Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîbanê Berpirsê Ragihandinê ya Hikûmeta Afganî Kuşt


Dawa Xan Menapal û Hamîd Karzayî
Dawa Xan Menapal û Hamîd Karzayî

Çekdarên Talîbanê îro Înê Dawa Xan Menapal, berpirsê herî payebilind yê medyaya dewleta Afganistanê li Kabulê kuşt.

Menapal berpirsê Navenda Ragihandin û Agahdarîyê ya hikûmeta Afganî bû.

Berdevikê wezareta karê navxweyî ya hikûmetê, Mîrweys Stanikzaî ragihand ku 'terorîstên hov' Menapal di dema nimêja Înê de kuştiye.

"Menapal xortek bû ku mîna çîyayekî hemberî propagandaya dijmin disekinî û ew hertim piştgirê sereke yê hikûmeta Afganî bû, " Stanikzai got.

Nûnerê peywendîyan yê Amerîka Ross Wilson di twîtekê de ragihand ku ew jiber mirina Menapal xemgîn e.

Wilson got ku Menapal hevalê wî bû û wî jibo hemî Afganîyan agahdarîyan rast peyda dikir.

"Ev kuştin bêrêzîya mafên mirovan yên Afganîyan e û binpêkirina azadîya axaftinê ye," Wilson got.

Talîbanê gelek aktîvîst, rojnamevan, burokrat, dadwer û kesitîyên din yên piştevanên hikûmeta kuştin ku dengên nerazîbûnê qut bike.

Karbidestên Afganî dîyar kir ku çekdarên Talîbanê li heremeke din pevçûn bi hêzên Afganî re zêde kirine û êrîş biriye ser milîsên piştgirên hikûmetê.

Çavdêr bal dikşînin ku Talîban serwerîya xwe li bajarên sînor berfireh dike û kontrola du paytextên eyaletan bi dest xistine.

Herî kêm 10 leşkerên Afganî û fermandarekî milîsên Abdul Raşîd Dostum li eyaleta Cowzcan ya bakurê welêt hatine kuştin.

Li eyaleta Helmand ya başûr, di encama şerê jibo serwerîya paytexta Leşkargeh de gelek firoşgeh şewitîn û zarara diravî çêbûn ku ew jî krîza mirovî girantir dikin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî dîyar kir ku ew ji ewlehîya bi deh hezaran mirovên ku li bajarê Leşkargehê asê mane pir bifîkar e.

Talîban, di 2001'an de ji hêla hêzên bi pêşengî ya Amerîka ve ji desthilatdarîyê hatibû xistin. Ew şer dike ku şeriata îslamî li Afganistanê ferz bike.

Talîbanê di demên dawî de kempeyna jibo têkbirina hikûmeta Afganî ya bi piştgirîya Amerîka xurt kiriye.

XS
SM
MD
LG