Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Dibêje Ew Amade ye Ser Pêguherîna Girtîyan bi Hikûmeta Afganî re Bicive


Talîbanê îro Sêşemê ragihad ku ew amade ye ku li ser mijara berdana girtîyan ligel karbidestên Afganî hevdîtinê bike.

Kêşeya pêguherîna girtîyan li ser danûstandinên aştî yên navbera hikûmeta Afganî û Talîbanê de bûye gefeke mezin, ku li ber e di 10’ê Adarê de destpê bikin.

Pêguherîna girtîyan beşeke rêketina vekişîna hêzên Amerîkî ji Afganistanê bû ku roja Şemîyê di navbera Amerîka û Talîbanê de hatibû îmza kirin.

“Şandeya Talîbanê li Qatarê bi şandeya hikûmeta Afganî kom nebû, lê kesên ku bi pêguherîna girtîyan berpirs in dikarin jibo wê mijarê bicivin,” berpirsê Talîbanê yê li Doha Suheîl Şahîn got

Peymana navbera Amerîka û Talîbanê soz dide ku hikûmeta Afganî heta 10’ê Adarê heta 5,000 girtîyên Talîbanê berde, lê hikûmeta Afganî nerazîbûn li dijî wê nîşan dabû.

XS
SM
MD
LG