Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîbanê Berpirsê Radyoya Afganî Kuşt, Rojnamevanekî Din Revand


Dîmenek çekdarên Talîbanê
Dîmenek çekdarên Talîbanê

Karbidestên Afganîstanê ragihand ku Tûfan Omar, berpirsê radyoya Paktia Ghag û karmendêkî rexistina NAI, roja Yekşemê li paytext Kabulê ji hêla çekdarên gumanbar yên Talîbanê ve hatine kuştin.

"Omar ji hêla çekdarên nenas ve hate kuştin. Ew mirovek lîberal bû. Em bi sedema xebata xwe ya serbixwe têne armanc kirin," serokê rexistina NAI Mujeeb Khelwatgar got.

Karbidestên li Kabulê guman dikin ku çekdarên Talîbanê ew êrîş pêk anîye.

Rexistina NAI, komeke sivîl ya mafan e ku piştgirî dide medyaya serbixwe ya li Afganîstanê.

NAI meha borî dîyar kirib û ku li Afganistanê îsal herî kêm 30 rojnamevan û xebatkarên medyayê, ji hêla komên çekdar ve hatine kuştin, birîndar kirin yan jî hatine revandin.

Hevdem karbidestên eyaleta Helmand li başûrê welêt jî da zanîn ku çekdarên Talîbanê roja Yekşemê rojnamevanekî herêmî, Nematullah Hemat, ji mala wî ya li Leşker Geh ya paytexta eyaletê revandine.

Rojnamevan Hemat li televîzyona heremî Gharghaşt TV kar dikir.

Berpirsê televîzyonê Razwan Miakhel got ku ti nîşan tune ku Talîbanê Hemat biriye ku derê û ew gelek ditirsin.

Berdevikê Talîbanê ji Reutersê re got ku ti agahîya wî ji kuştina li Kabul û rojnamevanê revandî li Helmand tuneye.

Rêxistinên ragihandinê yên Afganî ji Serokê Amerîka Joe Biden û seroka Civata Nûneran re nameyek nivîsî û ji wan xwest ku vîzeyên taybet yên koçberîyê bidin rojnamevanên Afganî.

Jî alîyê din, Talîbanê di dawîya hefteyê de kontrola sê bajarên bakur bi dest xistin û êrîşên dijî hêzên hikûmeta Afganî zêde kirine, piştî daxuyanîya Washingtonê ku ewê heya dawîya Tebaxê tevahîya hêzên xwe ji welêt vekişîne.

XS
SM
MD
LG