Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Serêdana Trump ya Afganistanê, Talîban Dibêje Ew ji Danûstandinan re Amade Ye


Rêxistina tundrê Talîbanê îro Înê ragihand ku ew hazir in jinûve dest bi danûstandinên aştîyê bi Amerîka re bikin.

Zabîhullah Mucahîd, berdevikê Talîbanê got ku ew amade ne ku danûstandinên ku Trump demeke zûtir ya vê salê betal kiribûn, jinûve destpê bikin.

Rêberên Talîbanê ji Reutersê re ragihanibû ew ji hefteya borî vir ve, li Doha bi karbidestên bilind yên Amerîkî re civînan pêk tînin û ne dûr e ku danûstandinên aştî yên fermî jûnûve destpê bikin.

Serokê Amnerîka Donald Trump do bi awayekî neragihandî çûbû Afganistanê ku leşkerên Amerîkî bibîne. Trump li wê derê gotibû ku ew bawer e Talîban dê bi agirbestê razî be.

Serêdana Trump ya Roja Spasdarî hevîyên aştîyê li Afganistanê zêde kir ku dawî li şerê navxweyî ya 18 salan bîne.

XS
SM
MD
LG