Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Bo Wezaretên Sereke Navên Oldarên Payebilind Destnîşan Dike


Endamên hêzên Talîbanê li Kabul
Endamên hêzên Talîbanê li Kabul

Ajansa Reuters îro Çarşemê ji zarê du jêderan ragihand ku Talîbanê jibo wezîrên darayî, karên navxwe û wezîrê berevanîyê oldarên payebilind destnîşan kirine.

Ajansa nûçeyan ya Afganistanê Pajhwok roja Sêşemê ragihand ku Gul Axa wekî wezîrê darayî û Sadr Îbrahîm jî wek wezîrê karên navxwe hatine destnîşan kirin.

Kanala El Cezîre, ji zarê jêderekî got ku girtîyê berê yê Guantanamo Mele Abdul Qeyûm Zekir wek wezîrê berevanîyê hatiye erkdar kirin.

Talîbanê heya niha bi fermî destnîşankirina wezîran dîyar nekiriye ku fermandarekî gotibû ev erkdarkirin demkî ne.

Karbidestekî Talîbanê yê li Kabul erkdarkirina wezîrên sereke, piştrast kir.

Heman karbidest ji Reutersê re got ku walîyên eyaletan ewê ji nava fermandarên herî bi tecrûbe yên şerê 20 salî ku nû qediya, werin hilbijartin.

Hevdem, fermandarekî Talîbanê jî erkdarkirina wezîrên girîng piştrast kir, lê got ku ew hîn bi fermî nehatina dîyar kirin, wî got "Şeva borî me civînên xwe li qesra seroktîyê kirin, me li ser van tiştan gotûbêj kir. Lê me yek ji wan bi fermî destnîşan nekir û dîyar nekir,"

Li gor hin pisporan, kesên din yên bo postên hikûmetê hatine binav kirin bi piranî rêberên Talîbanê yên leşkerî yên ji eyaletên Helmand û Kandaharê ne.

Ashley Jackson, hev-rêvebirê Navenda Lêkolîna Komên Çekdar ya li Enstîtûya Pêşkeftina Derveyî ya li Oslo, li ser kesên ku wezîr hatine destnîşan kirin got ku "ew navên naskirî ne".

"Ew (Talîban) bi rastî ciyawazîbûnek nîşan nadin an xwesteka hikûmeteke sîvîl nîşan nadin," Jackson got.

Talîbanê, hefteya borî jî Hecî Mihemed Îdrîs wek serokê banka navendî dîyar kiribû.

Talîban dema ku karbidestên payebilind erkdar dike, hevdem ferman daye karbidestên wezareta darayî û banka navendî ku vegerin ser karên xwe.

Peyvdarê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd roja Sêşemê li Kabul ji rojnamevanan re gotbû ku "dem hatiye ku mirov ji bo welatê xwe bixebite".

XS
SM
MD
LG