Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Berpirsîya Êrîşên Kujer yên Îro Radike Ser Xwe


Piştî êrîşa motosîkleta bombebarkirî istana Perwan kom bûbû
Piştî êrîşa motosîkleta bombebarkirî istana Perwan kom bûbû

Rêxistina tundrê Talîbanê ragihand ku ku êrîşa xwekujî ya hember mîtîngeke serokê Afganî Eşref Ganî, ku 24 kes tê de hatibûn kuştin, ji alîyê endamên wê hate kirin.

Talîbanê, herwiha berpirsîya êrîşa bombeyî ya nêzî Balyozxaneya Amerîkî ya li Kabulê, ku çend demjimêr piştî wê êrîşê qewimîbû, jî rakir ser xwe.

Karbidest dibêjin ku êrîşvan motosîkleta bombebarkirî ajot ser girseya ku li istana Perwan kom bûbû.

Dr. Qasim Sangin, serokê nexweşxaneya xwecîhî got ku di êrîşê de herî kêm 31 kesên din jî birîndar bûn ku di nav wan de jin û zarok jî hene.

Pispor pêşbînî dikin ku di rojên were de, bi nêzîkbûna hilbijrtinan tundî û tûjî li Afgnistanê zêdetir be.

Talîbanê gefan kiribû ku ewê bi darxistina êrîşan rê li ber pêkanîna hilbijartina seroktîyê bigire ku di 28'ê Îlonê tê kirin.

Danûstandinên navbera Talîbanê û Amerîka ji nişkeve dawî hatibûn, pûştî ku Serokê Amerîka Donald Trump ji ser Twitterê ragihandibû ku rêketina wan ya bi Talîbanê miriye.

XS
SM
MD
LG