Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talabanî: Jîyaneke Dirêj di Xizmeta Gelê Xwe de


Di dema hilbijartinan de wêneyên Mam Celal
Di dema hilbijartinan de wêneyên Mam Celal

Sîyasetvanê navdar û serokomarê berê yê Îraqê Celal Talabanî li nexweşxaneyeke bajarê Berlînê li Almanya koça dawî kir.

Talabanî, ku di nav Kurdan de wek Mam Celal dihat nasîn, 84 salî bû û ji mêjve nexweş bû.

Talabanî di sala 1933’yan de li gundê Kilkanê yê girêdayî Dokana Herêma Kurdistanê hate dinê. Wî xwendina xwe ya seretayî li Koysancaqê û ya bilind jî li Hewlêr û Kerkûkê qedand.

Talabanî di sala 1953'an de li zanîngeha Bexdayê dest bi xwendina hiqûqê kir û ligel hinek hevalên xwe yên xwendekar Yekîtîya Xwendekarên Kurdistanê damezrand. Wî di sala 1956'an de jiber xebata xwe ya sîyasî dest ji xwendinê berda û d nav Partîya Demoqrata Kurdistanê de xebitî.

Talabanî di sala 1975'an de, ligel hevalên xwe Yekîtîya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ava kir.

Herçiqas di sala 1992’yan de di navbera PDK û YNKê rêveberîyeke hevpar hat damezirandin jî, alozîya di navbera her du partîyan de di sala 1994’an de veguherî şerekî navxweyî. Piştî gelek civînan, di sala 1998'an de li Amerîka di navbera her du partîyan de peymanek hat îmza kirin.

Talabanî di 6'ê Nîsana 2005'an de bi hilbijartinê bû yekemîn serokomarê Îraqê yê ne Ereb. Wî di 20'ê Rêbendana 2012'an de jiber dermankirinê çû Almanya û piştî başbûnê careke din zivirî Herêma Kurdistanê.

Wî bi 4 zimanan, Kurdî (Kurmancî û Soranî), Erebî, Farisî û Îngîlîzî dizanîbû. Ew bi Hêro Ahmed ya keça nivîskarê navdar, Îbrahîm Ehmed re zewicîbû û bavê 2 zarokan bû.

XS
SM
MD
LG