Termê Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û serokomarê berê yê Îraqê, Celal Talabanî û li Debaşan li bajarê Silemanî, nêzîkî mala wî hate binax kirin.
Di merasîma binaxkirina Talabanî de, bi deh hezaran hemwelatî amade bûn ku xatir ji wî bixwazin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokomarê Îraqê Fûad Masûm, Serokwezîrê hikûmeta herêmê Nêçîrvan Barzanî, hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay û şandeya ligel wê, şandeya kantonên Rojava amade bûn
Dîsa, wezîrê derve yê Îranê Cevad Zarîf jî nav de, nûnerên welatên bîyanî jî di merasîmê de beşdar bûn û rêza xwe ji Talabanî re nîşan dan.
Piştî ku termê Talabanî ji Almanya bi firokê giheşt Silêmanî rê û kolanên bajêr bi hemwelatîyên kelûgirî tijî bûn ku xwestin cara dawî Mam Celal bibînin û wî ji koça dawî re oxir bikin.