Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şûnwara Nebî Horî li Efrînê Dibe Armanca Xirabkirinê


Rewşa şûnwara Nebî Horî ya li Efrînê
Rewşa şûnwara Nebî Horî ya li Efrînê

Destdirêjî û zêdegavîyên komên çekdar yên girêdayî Tirkîyê yên ser şûnwarên Efrînê didomin û vê carê şûnwara Nebî Horî bûye armanca wan.

Pisporê şûnwarên dîrokî Selah Sîno dibêje ku komên çekdar di bin çavdêrîya desthilatên Tirk de, cîhên dîrokî li Nebî Horî dikolin û terza şûnwaran diguherînin.

“Pirtir ji 60 hektar ji bajarê dîrokî hatîye kolandin. Li kêleka tirba Romanî bi awayekî şaş û derveyî pîvanên sererastikirina şûnwaran camîya Osmanî tê çêkirin, herwiha avahîyên nû jî tên saz kirin”.

Sîno armanca Tirkîyê bi du xalan şîrove dike:

“Armancên aborî bi rêya dizîna şûnwaran û firotina wan, herwiha rê li ber turîzmê were girtin da ku gelê herêmê ji wan sûdê negire. Armnca din sîyasî ye, Tirkîye dixwaze rûyê deverê biguhere û nîşaneyên şaristanî yên berî derbazbûna Tirkan ji hole rake,” Sîno got.

Nebî Horî ya Berê li Efrînê
Nebî Horî ya Berê li Efrînê

Pispor Sîno dide zanîn ku şûnwara Nebî Horî anku Sîros pir kevnar e, di serdema Bîzansan de bajarê serekî bû li bakur rojavayê Sûrîyê û wekepaytexteke şaristanî û olî dihate nasîn û ta sedsala 12'ê ya zayînê anku berî hatina Misilmanan li herêmê wisa mabû.

“Piştî derbazbûna Îskenderê Mezin jibo Rojhilata Navîn, roleke Sîros ya girîng hebû, vê rola şaristanî 1500 salan dewam kir ku şûnwarên mane nîşaneyên wê ne, weke Şanogeha Romanî, Sûrê Seloqî û du pirên Romanî”.

Derbara hewilên wan jibo parastina cîhên wek Sîros û şûnwarên Efrînê bi giştî, Sîno dibêje ku ew hemû kiryarên li van cîhan tên kirin belge dikin.

Pira Romanî li Efrînê
Pira Romanî li Efrînê

"Em van belgeyana ji UNESCO û Encûmena Mafê Mirovan re dişînin, lê helwesta wan lawaz e û mixabin ji asta şermezarkirin û raportan neborî.”

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku herêma Efrînê bi şûnwarên xwe yên dîrokî tê nasîn. Beşeke mezin ji wan şûnwaran yên wek Nebî Horî, Eyndarê, Duderîyê û Mar Maron di lîsta kelepûra çanda cîhanî de ne.

Ji dema êrîşa Tirkîyê ser herêmê de, piranîya şûnwaran bûne armanca rûxandin, kolandin û dizînê û ew yek ji hêla jimareke sazîyên hiqûqî ve hatine belge kirine.

NR_12_31_Şûnwarên_Efrinê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:14 0:00

XS
SM
MD
LG