Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban: Îmareta Bê Nan û Azadî  


Bêguman dîmenên xwepêşandana jinên Afganî li 13 Tebaxa 2022, hevsozîya û piştevanîya cîhanê ji derdê vî gelê jibîrkirî re, nelivandin, bi qasî dîmenên firokxaneya Kabulê di 20ê Tebaxa 2021ê de, dema cîhanê li ser televîzyonan çav li xortê Afganî bû ji firoka veguhestina sivîlan, dikevin xwarê. Lê piştî salekê ji destbikarbûna “Îmareta Talîban” bi gotina hinek Afganîyan, cîhan çîrokên derdeserî, birçîbûn û nexweşîyên gelê Afganî, vedigerin.

Nan û ewlekarî:

Berî hefteyekê, Kordînatorê Netewên Yekbûyî jibo karên mirovanî li Afghanistanê Dr. Ramiz Alakbarov got ku “alayên sor ku li Afghanistanê bilind dibin, gelek in û bi şêwazên cuda ne.

“Ew alayên sor di warên wêrankirina jîngehê de ne, aborîyê wêran û danana astengan li pêş mafên jin û keçan de ne, ku roj bo rojê ji civakê tên veder kirin. Dîrokê nîşan daye ku her demê cîhan çavê xwe ji van renge alayan sor bigire, li her cîhekî heyî, wêranî bi durê tên. Niha 25 mîlyon Afganî bi hejarî dijîn û yek mîlyon zarok rastî kêmxwarinê dibin. Derdê mezin ew ku alayeke sipî li asoya Afghanistanê de ne dîyar e,” Alakbarov dibêje.

Berî girtina Kabulê bi guleyên şahîyê, par weka van rojan, Talîban Îmareta Îslamî ya Afganistanê ragihandibû. Lê di rêkeftina Doha da û heta îro Washington pênasîn pê nekiriye. Di wê rojê de, Talîban destketintên 20 salên şerê cîhanê li dijî tîrorê li wî welatî ji nav birin.

Di wan 20 salan de, civaka nêvneteweyî 145 mîlyar dolar li ser geşepêdana vî welatî xerc kirin. Nêzîkî 3,430 leşkerên hêzên hevalbendan bi rêbertîya Amerîka di wî şerî de hatin kuştin ku pirtir ji 2,000 ji wan Amerîkî bûn. Li gor hinek jêderên hikûmeta berê ya Talîbanê, pitir ji 35,000 Afganî hatin kuştin.

Wezîrê Navxwe yê dawî yê Komara Îslamî ya Afghanistanê, General Abdulsatar Mirzakwal, li istana Virginia ya nêzîkî Washingtonê ji Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka re got ku niha demê fişara navnetweyî ye li ser Talîban heta ku hevkarîyê bike di nehiştina komelên teroristî de li gora rêkeftina Doha.

Di rojên ku şervanên Talîban nêzîkî Kabul dibûn wî hêvî dikir ku Talîban hatibe guhertin û dev ji tundûtîjîyê berde, hata ku bikaribin pêkve hikûmeteke hevalbend pêk bînin. Lê her zû ew bê hêvî bû.

General Mirzakwal ji Dengê Amerîka re piştrast kir ku her niha bêtir ji 20 komên terorîstî li Afghanistanê çalakîyan dikin û Talîban bi xwe rê dide wan û piştgîrîya wan dike. Berî du mehan wan gef li Ozbekistanê kirin. Ne her ev, belku wî pêşbînîya bilindbûna astê kar û gefên terorîstî di 6 meh heta salekê de kir.

Pêşêlîya mafê jinan yan dabirîna wan ji civakê?

Du roj berî salvegera yekê ya girtina desthilatê, hêzên ewlekarîya Talîban li Kabulê teqe li esmana kir jibo belavkirina jinên dazwaza mafên delîveyên kar di kertê perwerdeyê de dikir. Helbet rûdan ne xwînî bû, jiber ku xwepêşandana wan jinan li ser Talîbanê ne gef bû, belku hêvîyek bû ji jinan re. Di heman demê de dawîya bê xwîn ya verevandina dehan xaniman, ne bi wê watayê bû ku Talîban hatiye guhertin, li gor hêvîya civaka navneteweyî û alîyên rêkeftina Doha li Reşemî ya 2020ê.

Çalakvanên mafên sivîl û jinan yên Afganî qet bawer nakin ku Talîban reftarê xwe biguhere, bi taybetî dema behs were ser mafên jinan û azadîyên takî û civakî. Sûreyya Heqyar, eger rejîmek xwendingehên perwerdeya zarokan bigire, qet pîvanên navneteweyî yên hevçerx napejirîne. Xanim Heqyar ji nav Afghanistanê ji Dengê Amerîka re got ku 20 salên desthilata sivîl piştî rûxandina rejîma berê ya Talîbanê, jinên Afganî gîhandin qonaxeke bilind, lewan divê Rojava pişta xwe nede wan. Bi kêmahî pênasînê pê neke jiber xurtbûna wê dê astengên pêş mafên jinan û mafên sivîl xurttir bike. Xanim Heqyar bi dilê pir şewat ji VOA re got ku ev salek e di tarîyê de dijî.

Talîban baş dizane ku civaka demokrazîxwaz bi sanahî dikare rejîmeke zordar birûxîne, lê ew nikare şerî îdelojîk bike, bi bawerîyên olî were êm kirin. Rast e dema şîrovekar dibêjin ku Talîban ji kesên perwerdekirî ditirsin, her jiber vê rastîyê ew rê li pêş perwerdeyê û bi taybetî ya perwerdeya jinan digire.

XS
SM
MD
LG