Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban: "Astengiya Herî Mezin" li Hember Pejirandina Hikûmeta Kabul, Amerîka Ye


Peyvdarê Talîbanê Zabihullah Mujahid
Peyvdarê Talîbanê Zabihullah Mujahid

Talîbanên Afganî dibêjin, Amerîka astenge li pêş îtîrafeka nanaskirina navnetewî ya hikûmeta wê li Afganistanê.

Talîbanê di Tebaxa par (2021) de, piştî ku hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya Amerîka xwe ji wî welatî vekişandbû, Kontrola Afganîstanê xist destê xwe.

Peyvdarê Talîbanê Zabihullah Mujahid got: "Di warê qebûlkirina welatên biyanî de, ez difikirim ku Amerîka astengiya herî mezin e."

peyvdarê Talîbanê Zabihullah Mujahid dema jê hat pirsî ku gelo siyaseta Talîbanê ji derengxistina pejirandina navnetewî ya ji bo hikûmeta wan asteng dike berpirsyar e?
Wî got "Amerîka rê nade welatên din bi ti arastekê de ber bi wan ve herin û ew bi xwe di vî warî de ti gav neavêtine".

Mujahîd îdîa kir ku Talîbanê "hemû şert û merc" hene, ku civaka navnetewî hikûmeta wan nas bike.

Her wiha got ku divê hemû welat di nav de Amerîka jî, bizanibin ku danîna têkiliyên siyasî bi Talîbanê re 'di berjewendiya her kesî de ye.' Têkiliya siyasî dihêle ku cîhan li ser 'giliyên' derbarê Talîbanê hene gotûbêj bike.

Mujahîd bal kişand ser wê yekê ku rêberên Talîbanê ji Amerîka re 'têkiliyeke dualî ya baştir' dixwazin, bi rengekî ku bi peymanên her du welatan yên li Doha goncayî be, ku li Qatar li Sibata 2020'an hatine îmze kirine. Got ku divê Washington ji bo başkirina têkiliyên bi Kabul re gavan biavêje.

Dîsan got, "Dema ku wan Afganîstan dagir kirin, em dojmin bûn û demek dirêj me bi Amerîka re şer kir, lê nih şer bi dawî bûye."

Heta niha ti welatekî desthilata Talîbanê li Afganistanê qebûl nekiriye. Sedema herî zêde jî vedigere bo serderiya hişk û xerab ya tevgera Talîbanê li hember jin û keçan.

Piştî ku Talîbanê kontrola Afganistanê kir, wê dibistanên navîn li keçên ciwan qedexe kirin û nehişt ku jin vegerin ser karên xwe yên ku di hin saziyên hikûmeta berê de kar dikirin.

XS
SM
MD
LG