Talîbanê îro Çarşemê ragihand ku zilamekî Afganî ku jiber kuştinkarî hatibû mahkûm kirin, îro bi awayekî eşkereyî hate kuştin.
Cara yekê ya piştî hatine Talîbanê ya ser desthilatê ye ku bi wî awayî, bi eşkereyî tê îdam kirin.
Rêberê bilind yê Talîbanê Hîbatullah Axundzade mega borî ferman dabû dadweran ku qanûnên şerîatê bi tevahî bi cîh bînin ku kevirkirin, qamçîkirin, lêdana bi şîv yan darên stûr û jêkirina dest û lingên dizken jî di wan cezayan de hene.
"Rêberê bilind di civîneke girseyî de fermana cîhanîna qisasê da," berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd bi daxuyanîyekê got.
Wî dû re bi twîtekê got ku bavê qurbanîyê ku hatibû kuştin, cezayê kutşinê bi cîh anî û bi sê teqeyên tivinga Kaleşnîkov ew tawanbar kuşt.
Daxuyanîya Talîbanê got ku kesê ku hatiye îdma kirin Tacmîr e ku kurê Xulam Serwe û ew li devra Ancil ya istana Herat dijîya.
Daxuyanî got ku Tacmîr zilamek kuştibû û motosîklet û telefona wî ya destan dizîbûn.